OPCW: Rejîma Sûrî xaza klorê li Sereaqibê bi kar aniye

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî hikûmeta Şamê tawambar kir ku sala 2018’an di êrîşeke li dijî bajarê Seraqib çekên kîmyawî bi kar aniye.
Almanya jî weke her car û bi gotinan tenê, banga cezakirina rejîma Esed kir.

Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyawî (OPCW) hikumeta Şamê bi bikaranîna xaza Klorê li dijî sivîlên Sereqibê tawanbar kir.

Êrîş 4’ê Sibata 2018 li ser taxeke bajarokê Sereqibê yê parêzgeha Idlibê çêbû.

OPCW bi raporekê diyar kir ku ew êdî ji bo tawanbarkirina hikumeta Şamê, xwedî belge ne..

OPCW Di daxuyaniya xwe de got:

Helîkopterek rejîma Sûrî roja 4’ê Sibata 2018’an herî kêm bermîlek teqemenî ku bi xaza kolorê dagirtîbû, bi ser cihekî sivîl li rojhilatê bajarê Seraqib ê Idlibê de, berdaye û bi kêmanî 12 kes birîndar bûn.

Jixwe ev ne cara yekê ye.. hikumeta Şamê 7 Nîsana heman salê û bi heman çekan êrîş Xûtaya Rojhilatî jî kiribû û li wir dora 70 kes bûn qurban.

Weke bersiv, 14 wê mehê DYA, Brîtanya û Fransa êrîşek bir ser deverine leşkerî yên hikumetê, hem ên li Şam, hem ên li Himisê.

Almaniya: Divê hesab ji Rejîma Sûrî were pirsîn

Almanya jî her û her dibêje ew ê ji bo darizandina rejîma Esed tev bigerin, lê heta niha li ser erdê tiştek nîne.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas diyar kir ku hikûmeta Şamê zagonên navdewletî binpê kirine û divê hesab jê were pirsîn.

Maas, ji hemû dewletên endam ên Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyawî xwest ku ev sûcên Hikûmeta Şamê wiha bê cezakirin derbas nebin.

Li gorî hin raporan, heger Hikûmeta Şamê gavan derbarê çekên qedexekirî de navêje, tê payîn vê mehê hemû welatên endam ên OPCW biryara spandina cezayan bidin.

Ne tenê rejîma Esed, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe jî ku navê opozîsyonê bi dû xwe xistine, çekên kîmawî li ser sivîlên Efrîn, Serê Kanî û taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi kar anîne.

Lê Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyawî heta niha naxwaze vê rastiyê bibîne û çavê xwe bi temamî ji vê meseleyê girtiye.

Back to top button