Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got:
“Dem hatiye ku em desthilatdariya AKP’ê hilweşînin û bibin partiya alternatîf.”
Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ji bo nirxandina rewşa dawî û amadekariyên 4’emîn Kongreya HDP’ê li Navenda Giştî ya HDP’ê li hev kom bû.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di destpêka civînê de têkildarî bûyerên axivî û got:
“Li dijî desthilatdariya li Tirkiyê me hêza xwe ya mûxalefetê nîşan da û alternatîfek destnîşan kir.
Dem hatiye ku em vê alternatîfê ava bikin û veguherin alternatîfa serweriyê.
Em pê piştrast in ku HDP wê dema bê li Tirkiyeyê ji bo gel, kedkar û jinan bibe yekane alternatîf.”
Temellî destnîşan kir ku dem hatiye ew dawî li desthilatdariya heyî bînin û got:
“Ev sîstema ku jê re dibêjin ‘Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê’ ne ya dewamkirinê ye.
Divê dawî li vê sîstemê were anîn.
Temellî diyar kir ku desthilatdarî li dijî gel, jinan, kedkar û xwezayê şer daye destpêkirin û şîdetê li dijî civakê weke gefekê bikartîne.
Temellî destnîşan kir ku îşkenceyên li girtîgehan dewam dikin, kujêr tên parastin û got:
“Heta ku tecrîd hebe wê bêhiqûqî jî dewam bike.”