Serokwezîrê demkî yê Iraqê Adil Ebdil-Mihdî ragihand ku, di dema dawî de, hêzên biyanî ji 6 baregehên leşkerî yên li Iraqê vekişyan û hebûna wan tenê li 3 baregehan maye.
Ebdil-Mihdî di civîna meclisa ewlekariya netewî de, ku li ser televizyona fermî hat weşandin, got:
“Niha rewş pir hatiye guhertin û ev yek pêwîstiya wê bi lêkolînkirina dosyaya hebûna hêzên biyanî heye.
Ew jî li gorî berjewendiya Bexda û Waşingtonê”.
Tê zanîn, di çend hefteyên borî de, Koalîsyona navdewletî baregehên Qeyara, k1, Hebaniye, Qa’im, Ebû Xirêb û Nînewa, radestî hikumeta Iraqê kirin.
Bi vê yekê, hebûna hêzên Amerîkî tenê li 3 baregehên sereke dimîne, mîna:
Baregeha Eyn El-Esed a li Enbarê.
Baregeha Beled a li Selahedînê.
Û baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê.