Gilîkerên Doza Kobanê hêceta giliyên xwe nûçeyên di çapemeniyê de nîşan dan

Rûniştina 8’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin, di roja 6’emîn de li bajarê Enqere yê Tirkiyê dewam kir. Gilîkerên dozê, hêceta gilîkirinên xwe jî nûçeyên di çapemeniyê de derketine nîşan dan.

Di rûniştina îro de hin siyasetmedar beşdarî dozê nebûn, hin siyasetmedar jî bi riya pergala dîmen û deng SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.

Gilîkerên bi navê Saadettin Yuvanç, Samet Mert Sincan û Bedriye Saka Balci bi SEGBÎS’ê ji bajarên cuda beşdarî danişînê bûn.

Li gilîkeran hat guhdarkirin û gilîyên xwe gotin. Parêzeran di navberê de pirsan ji gilîkeran kirin.

Di îfadeyên gilîkeran de nakokî derketin holê û hat xuyakirin îfadeyên wan hev nagirin.

Her wiha gilîkeran hêceta gilîkirinên xwe jî nûçeyên di çapemeniyê de derketine dan nîşandan.

Parêzeran îtîraz li gilî û gazinên bi nakokî yên gilîkeran kirin.

Back to top button