Hikumeta Wîfaqê fermî desteka Tirkiyê xwest, Erdogan jî erê kir

Hikûmeta Wifaqê ya Libyayê bi awayekî fermî ji dewleta Tirk piştgiriya leşkerî xwest.
Erdogan ku berê jî amadekariya vê yekê dikir, da zanîn ku ew ê di meha Çilê de hêzên xwe bişînin Libyayê.
Lê belê artêşa Libyayê li dijî hewldanên dagirkeriyê ya dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da û soza berxwedanê da.

Ajansa Reutersê li ser zimanê berpirsekî li Terablusê ragihand hikumeta Wîfaqê fermî desteka leşkerî ji dewleta Tirk xwest.

Li ser vê yekê Erdogan jî got, “Li ser daxwaza Wîfaqê, em ê di destpêka meha bê de hêzên xwe bişînin Lîbyayê.”

HIKUMETA DEMKÎ YA LÎBYAYÊ:
GELÊ LÎBYA, WÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK LI BER XWE BIDE

Li dijî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk a Libyayê nerazîbûnên tund hatin nîşandan.

Cîgirê serokwezîrê hikumeta demkî ya Lîbyayê jî ji Suptnîkê re teqez kir ku gelê Lîbî wê li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe bide û got:

Lîbya wê ne beşekî împaratoriya xewnên Erdogan be û piştî binketina wî ya di hilbijartinên Stenbolê de wê ti bajarekî Lîbyayê şûna wê negire.

Her wiha parlamena Lîbyayê jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze piştevaniya terorê li Lîbyayê bike da ku cihê xwe li welêt çêbike.

CÎGIRÊ WEZÎRÊ DERVE YÊ YÛNANISTANÊ:
ERDOGAN BI AGIR DILÎZE, EV WÊ HEMÛ WELATAN ACIZ BIKE

Cîgirê wezîrê derve yê Yûnanistanê jî li dijî vê nerazîbûn nîşan da û weha got:

“Erdogan bi agir dilîze û bi fikrê Osmanî desthilata xwe fireh dike. Ev tişt ne tenê me, wê hemû welatên derdorê aciz dike.”

Emerîka jî duh teqez kir ku, serokê Misrê Sîsî û Trump bi rêya telefonê axivî ne û ji bo ku “tiliya ti aliyekî derve nekeve Lîbyayê” li hev kirine.

Weke ku Qesra Spî anî ziman, herdu aliyan banga bilez a rawestandina şer li hemû aliyan kir.

Leave a Reply

Back to top button