Li Fînlandiya êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin .
Çalakvanan daxwazkirin ku firotina çekan li ser Tirkiyê bê qedexekirin.

Li Helsînkiyê meş û mîtînga bi navê “Aştî ji bo Rojava” hate lidarxistin.

Rêxistinên dostên Kurdan wek Riseup 4 Rojava û NCDK ev çalakî rêxistin kirin.

Çalakî li navenda bajêr bi meş heya ber parlamentoya biçûk dewam kir.

Li pêş parlamentoya biçûk daxuyanî ji aliyê rêxistinan ve hat dayîn, dirûşme hatin berzkirin.

Di daxuyaniyan de hat xwestin ku dewleta Fînlandiya qedexeya çek firotinê dîsan li ser Tirkiyeyê dayne.

Hat xwestin ku êrîşên li ser Kurdan bên rawestandin.

Çalakî bi berzkirina dirûşme û gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button