QSD: Tevliheviya çeteyên DAIŞ’ê ya li girtîgeha Sînaa hat kontrolkirin

li Hesekê li girtîgeha Sînaa çeteyên DAIŞ’ê careke din hewl dan ku tevliheviyê derxin. Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Kîno Gebriyel ragihand ku wan bi temamî tevliheviya çeteyên DAIŞ`ê ya di girtîgehê de kontrol kirine.

Têkilarî mijarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gebriyel ragihand ku ji şevê din ve çeteyên DAIŞ’ê li girtîgeha navborî hewldanên derxistina tevliheviyê dikin.

Gebriyel tekez kir ku bi temamî îsyana çeteyên DAIŞ`ê ya di girtîgehê hat kontrolkirin.

Di daxuyaniya QSD’ê de hat eşkerekirin ku Piştî îsyana ku rojek tam dirêj kiribû, danûstandinên hevpar di navbera nûnerên QSD û hêzên Koalîsyonê de ji aliyekê ve û endamên çeteyên girtî ji aliyekî din ve pêk hatin.

QSD: Divê Civaka Navdewletî dosyaya DAIŞ’iyên girtî çareser bikin

QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê Koalîsyona Navdewletî û civaka navdewletî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê yên girtî çareser bikin û desteka pêwîst pêşkêş bikin.

Di girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê girtî ne.

29’ê Adarê jî li heman girtîgehê çeteyan hewl dan tevliheviyê derxînin.

Back to top button