Emê heya dawî li gelê mexmurê xwedî derkevin

Şendeyeke Îtalî duh dixwest serdana Mexmûrê bike.
Ji bo alîkarî bide nexweşên penaber.
Lê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hate asteng kirin.

Hevserokê saziya Şandeya Îtalî Antonio Olivieri destpêkê axivî.

Antonio Olivieri da zanîn ku em li welatê xwe saziyek fermîne.

Em li Kurdistanê xwedî projeyên alîkariyê ne.

Ji bo Mexmûr û Şengalê projeyên me hene û em her sal tên ji bo alîkariyê.”

Endamek din ya şandeyê Ceco jî got:

“Duh me dixwest biçin Mexmûrê, lê seytereyê dest danî ser pasaportên me.

Me paşde vegerandin Musil û ji wir jî birin Bexdayê.

Franco Zaveti jî li hêleke din got:

“Derdora wargehê leşker zêdekirine.

Her çend kêlometre seytere danîne û çûyîn û hatin zehmet xistine.

Ev yek ji bo gelê Mexmurê zahmetiyan ava dike.”

Şandeya Îtalî herî dawî ew peyam da :

Emê heya dawiyê li gelê Mexmurê xwedî derkevin.

Gelalî yê YNK’î li ser aloziya li Mexmûrê agahiyên balkêş da

Back to top button