Dewleta Tirk êrişî gundên Şêrawa û Girê Spî kir

Demên dawiyê dewleta Tirk a dagirker radeya êrişên xwe li dijî herêmê zêdekirine.
Şevê din êrişî gundên Şêrawa û Girê Spî kir.

Dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Her wekî dagirkeran êrişî gundê Bîr Kino yê rojavayê kantona Girê Spî jî kir.

Pêr jî heman gund ji aliyê dewleta Tirk ve hat armancgirtin.

Lê agahiyên dîtir der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

Hemwextî van êrişan dewleta Tirk duh piştî nivro jî li ser riya Qamişlo û Amûdê erebeyek kir armanc.

Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Asayîşê der barê êrişa li ser rêya Qamişlo û Amûdê daxuyaniyek da

 

Back to top button