Googl jidayikbûna berxwedêra ereban Hoda Şarawî pîroz dike

Motora lêgerînê ya cîhanî Google, jidayikbûna Berxwedêra Ereban Hoda Şarawî pêşenga rona-sansa jinê a ku li dijî serweriya Birîtaniya li Misrê sekinî, pîroz kir.

 

Malperê wêneyek Hoda li ser rûbela xwe ya sereke danî û di derdora wê hin wêneyên jinên calakvan û têkoşer diyar kir.

Hoda Şarawî a bi navê xwe yê resen Nur El-Huda Mihemed Sultan, di 23’ê Hezîrana sala 1879’an ji dayik bû, bavê wê Mihemed Sultan Paşa Parlamanê Yekem li Misrê bû.

Hoda perwerde bi zimanê erebî, tirkî, fransî, piyano û Quranê li malê bidest xist.

Hoda ‘Komîteya Navendî ya Jinan’ û Komelek Welatparêziya Zarokan di sala 1907’an de damezrand.

Di sala 1921’an de Hoda bang li gelê Misir kir ku divê temenê herî kêm ji bo zewcandina jinan di 16 saliyê de be.

Hoda di jiyana xwe de gelek xelat ji dewleta Misriê Wergirtin û di 12’ê Kanûna 1947’an de jiyana xwe ji dest da.

Navê Hoda li gelek sazî, dibistan û kolanên li bajarên cuda yên Misrê hat dayîn.

Back to top button