Jinên Ciwan dijî tundiya ser jinan wê 15 rojan çalakiyan bikin

Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadî” de, ragihand ku dê li herêma Cizîrê çalakiyan li dar bixin.

Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo di çarçoveya hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadî” de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “ji ber şer, herî zêde jin û zarok jiyana xwe ji dest didin.

Êrişên li ser nasnameya wan a zayendî û neteweyî her roj zêdetir dibin. Tundî û êrişên li ser jinan sûcekî herî giran û dermirovî ye.”

Yekitiyê eşkere kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ji jinên birêxistinkirî ditirse û bi her awayî sûcan li jin û civakê dikin.

Yekitiya Jinên Ciwan ragihand ku bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadî” li dijî tundiya li ser jinan pêngaveke çalakiyan a 15 rojan wê bê destpêkirin.

Back to top button