Fuad Hisên li Tehranê ye: Mijar partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye

Dewleta Îranê di bêçekirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê de bi israre.
Li ser vê mijarê danûstandinên xwe yên bi Iraqê re didomîne.
Di vê çarçoveyê de îro Wezîrê Karên Derve yê Iraqê serdana Tehranê kir.
Mijar bêçek kirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê bû.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew piştgiriya vê yekê dikin.

Îran demeke dirêje ji bo bêçekirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê di nava tevgerê de ye.

Berî niha jî gelek caran Îranê bi balafir û çekên giran êrişî hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê kiribû.

Li gorî daxuyaniyên Îranê wan bi PDK’ê û Îraqê re li ser vê mijara bê çekkirina hêzên rojhilatê Kurdistanê li hev kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî jî gotibû divê ew hêz heta 19’ê Îlonê çekên xwe daynin û ji başûrê Kurdistanê bên derxistin.

Bi nêzîkbûna vê demê re Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên serdana Tehranê kir.

Fuad Hisên li gel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahyan civiya.

Di hevdîtinê de li ser lihevkirina ewlehiyê ya navbera Iraq û Îranê de hat axivîn.

Di civîna çapemeniyê de Fuad Hisên diyar kir ku wan behsa lihevkirina ewlehiyê kirine.

Her wiha mijara bêçek kirin û derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser sinorê Îranê jî hatiye niqaş kirin.

Hemwextî vê yê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Awistiryayê Alexander Schallenberg re civiya.

Barzanî: Em piştgiriya bîryara bêçekkirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê dikin

Piştî civînê Barzanî daxuyanî da.

Barzanî behsa bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de kir û got:

“Lihevkirina ewlekariyê di navbera Bexda û Îranê de hatiye îmzekirin.

Em jî weke Herêma Kurdistan girêdayî wan biryar û lihevkirinê ne.

Em naxwazin Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gefên li ser Îran û Tirkiyê.”

Bi vê yekê re Barzanî bi eşkereyî destûr da Îranê ku êrişî hêzên Rojhilatê Kurdistanê bike.

Barzanî: Divê peymana 9’ê Cotmehê a li ser Şengalê pêk were

Piştre Barzanî bi vê yekê re jî sînordar nema û ji Iraqê xwest ku rê bide êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê.

Barzanî diyar kir ku divê Peymana 9’ê Cotmehê a li dijî Şengalê jî were bicih anîn.

Ev peymana ku Barzanî dixwaze pêk wer, di navbera Tirkiye, PDK û Iraqê de li dijî civaka Êzidî û bi armanca dagirkirina Şengalê hatibû îmzekirin.

Back to top button