Li Qamişlo êrîşek li ser bendên kontrolê yên asayîşê pêk hat

Li bajarê Qamişlo çekdarên girêdayî rêjîma Sûrî êrîşî asayîşa bajêr kir, di encamê de ti ziyanên canî rû nedan.

Li gorî asayîşa Qamişlo, îro derdora saet 8 şevê de çekdarên bi navê “Dîfa El-Wetenî” yên girêdayî hêzên rejîma Sûrî, êrîşî navendek kontrolê ya asayîşê li rojavayê taxa Tey kir.

Hat zanîn ku di êrîşê de du bombeyan destan hatin bikaranîn.

Her wiha li gorî endamê ragihandina Asayîşê ya Qamişlo, Bedî Hiso, ku beşdarî bernameya Bûyer ya kenala me bû axivî û da zanîn ku ji ber êrîşê ti ziyan rû dan.

Bedî Hiso anî ziman ku armanca vê êrîşê tenê derxistina tevlîheviyê li bajêr e.

Çekdarên “Dîfa El-Wetenî”, di rojên derbasbûyî de êrîşî wesayîtek ya asayîşê kiribûn.

Di êrîşê de endamek yê asayîşê şehîd bû t û endamek jî birîndar bû.

Back to top button