Ibrahîm Şêxo: Efrîn bûye navenda şandina çeteyan bo Azerbaycan û Lîbyayê

Hate piştrastkirina ku dewleta Tirk çeteyên xwe ji Efrînê dişîne Azerbaycanê.Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo da zabîb ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dibistan kirine baregeh û navendên komkirina çeteyên Sûriyê da ku wan ji bo Lîbya û Azerbaycanê bişîne.

Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku herêmên Rojhilata Navîn ên ku di bin dagitrkeriya wê de ne, berfirehtir bike.

Lewma dagirkeriya Tirkiyê çeteyan li dijî artêşa Ermenistanê dişîne Azerbaycanê.

Dagirkeriya Tirk berê çete bi awayekî veşartî û dûrî dezgehên ragihandinê dişand Azerbaycanê, da ku li dijî artêşa Ermenistanê destekê bide hêzên Azerbaycanê.

Bi vê gavê re û ji bo pêkanîna armancên xwe, çeteyan ji Efrînê dişîne Azerbaycanê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker ji bo çeteyên xwe bişîn Azerbaycanê navend û dewreyên perwerdeyê li Efrînê vedike.

Îbrahîm Şêxo ev agahî da:

“Dibistana amadehî ya Emîr Xubarî ya li navenda bajarê Efrînê bûye navenda komkirina çeteyan û şandina wan ber bi Lîbya û Azerbaycanê.

Dibistan bûye baregeheke MÎT’ê. Dibistana Ezhar Efrîn a navenda bajar ku baregeha leşkerî ya MÎT’ê ye bûye navenda kombûna çeteyan.”

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku bi sedan çeteyên Sûrî ji bo Azerbaycanê hatin şandin û piştî çend saetên kêm ji gihaştina wan di şerê li Qerebaxê de hatin kuştin.

Li gorî Şêxo, ji çeteyên El-Cebha El-Şamiyê derdora 370 di şer Azerbaycan û Ermenistanê de hatin kuştin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê destnîşan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî, lihevkirina Cinêv 4 a sala 1949’an û mîsaqa Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945’an, dewleta Tirk dewleteke dagirker e.

Dagirkeriya Tirk niha dîsa hewl dide senaryoya qirkirina ermenan dubare bike, her wiha planên kalikên xwe Osmanîyan vegerîne.

Back to top button