Çeteyan du welatî li navedna bajarê Efrînê û nevçeya Cindirêsê revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çetyên wê dewam dikin. Çeteyan du welatî ku yek ji wan jine li Navenda Efrînê û nevçeya Cindirêsê revandin. Li navçeyên Şera û Mabata jî zêdeyî 100 dar birîn. Li gundê Dar Girê yê Mabata jî çeteyan goristana gund hilweşandin.

Hovîtiya dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dike.

Çeteyên dewleta Tirk herî dawî du welatî ji wan jinek li Efrînê revand.

Li gorî malpera Efrîn Post çeteyan welatiyên bi navê Kurdistan Menan Mistefa ya 37 salî û Nebî Fewzî Nasiro yê ji gundê Kurda yê navçeya Cindirêsê revandin.

Çeteyan li navçeyên Şera û Mabata nêzî 125 dar birîn

Xweza û heta kevirên Efrînê jî ji hovîtiya çeteyan bêpar namînin.

Çeteyan li derora gundê Qerqînê yê Şera 100 dar û li gundê Gemrûkê yê Mabata 25 dar birîn.

Çeteyan goristana gundê Dar Girê yê Mabata rûxand

Her wiha çeteyan 11 gorên li goristana gundê Dar Girê yê Mabata jî rûxandin.

Çeteyan du mal li navenda bajarê Efrînê desteser kirin û firotin

Li aliyê din dizî û talanî jî li Efrîna dagirkirî dewam dike.

Çeteyan li navenda Efrînê du malên ku desteserkiribûn firotin.

Ji bo bi rengekî fermî mal û milkên welatiyên Efrînê yên bi darê zorê hatine koçberkirin werin desteserkirin, li navçeya Cindirêsê meclisa bi navê meclisa sivîl a Cindirêsê, agahî dan gundên navçeyê ku divê mal û mikên welatiyên Efrînê yên koçber radestî çeteyan bêne kirin.

Beriya vê mal û milkên welatiyên Efrînê yên koçber bi rêya wekaletan ji hêla xizmên wan dihate birêvebirin.

Lê çeteyan agahî dane gundên navçeyê ku divê muwekil destê xwe ji milkên welatiyan berdin û radestî çeteyan bikin.

Back to top button