Li Efrîna dagirkirî çete dest dugherin

Îro li der dora Kefer Cenê di navbera çeteyên Cebhet El-Nesra û Feyleqa 3’an de pevçûn derketin..
Piştî bi cihbûna wê li navenda bajarê Efrînê, Cebhet El-Nesra xwe amade dike ku bikeve Kefer Cenê jî..
Çavdêriya Sûriyê a Mafên mirovan jî ragihand ku balafirên Rûsiya deverên Çeteyan ên li nêzî gundê Qitmê bombebaran kirine..

Aloziya di navber çeteyên li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê didome..

Ceteyên Cebhet El-Nesra piştî ku li navenda Efrînê ya dagirkirî bi cih bûn,vê carê berê xwe dan gund û navçeyên din ..

Cebhet El-Nusra dixwaze li Kefer Cenê jî bi cih bibe

Li gorî çavdêriya Mafên mirovan a Sûriyê, bi dehan erebeyên zirxî yên Cebhet El-Nûsra li nêzî Ziyareta Henan amade dikin da ku bikevin Kefir Cenê..

Ev dever jî cihekî sereke yê ku çeteyên Firqa Sisiyan lê bi cih bûne.

Li hin deveran jî şer û topbaran didome..

Riya Ezaz-Efrînê jî li hember tevgera giştî hatiye girtin û komên çete çekên giran û tankan vedughezînin cihên pevçûnan.

Her wiha tê gotin ku Cebhet El-Nusra ji çeteyên Cebhet El-Şemiyê xwestiye ku cihên xwe yên li Kefer Cenê radestî wan bike, lê aliyê din heta niha qebûl nekiriye.

Rûsya li çeteyên dewleta Tirk da..”100 çete hatin kuştin”

Back to top button