Cihê ku dewleta Tirk dagir dike, kirinên mîna kuştin, revandin û destdirêjiya li jinan zêde ne..
Herî dawî li Girê Spî, di nav de jin, 3 sivîlên din ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin.
Ajansa nûçeyan ANHA’yê ragihand “Artêşa dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Elî Baceliyê bi ser 3 malan de girt û 2 jê jin 3 sivîl revandin.”
Hat ragihandin her du jinan destpêkê karîne xwe xelas bikin, lê belê, artêşê bajarok dorpêç kir û li wan geriyan heta ku ew dîtin.
Piştre Artêşa dagirker her du jin girtin û birin devera ku qaşo bi navê “Şaxê têkoşîna li dijî terorê” tê naskirin, kir .
Li gorî agahiyan, navên kesên revandî Zelxe El-Hisên a ji eşîra El-Ehwes, Fatima El-Geûd û Tehsîn Mihemed Elî ên ji eşîra Cês in.