Şêx Raxib El-Faris: Rêveberiya Xweser nûnerê sereke yê hemû pêkhate û civakên herêmê ye

Şêxê êla El-Zubeyde Şêx Raxib Beşar El-Faris diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike û eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi projeya Rêveberiya Xweser re ne û wê diparêzin.

Eşîrên herêmê di Rêveberiya Xewser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwedî rol û cihekî girîng in û ji bo pêşxistina rêveberiyê têdikoşin û kar dikin.

Yek ji şêxên qebîleya El-Zubeyde şêx Raxib Beşar El-Faris diyar kir ku ji berê ve têkiliyên kevnar û qewîn di navbera pêkhateyên herêmê û eşîrên wê de hene .

Raxib El-Faris diyar ku pêkhateyên herêmên yên Kurd, Ereb, Suryan û hwd ji bo xurtkirina rola Rêveberiya Xweser gelek tekoşîn kirin .

Şêx Raxib El-Faris :Eşîrên Ereban xwedî li Rêveberiya Xweser derdikevin

El-Faris bi domdarî wiha got:

“Eşîrên Ereban projeya Rêveberiya Xweser diparêzin, ji ber ku ev rêveberî nûnera rewa ya hemû gel û pêkhateyên herêmê ye.”

El-Faris destnîşan kir eşîrên Ereban her tim banga xurtkirina rola Rêveberiya Xweser dikin da ku cihê xwe di qada navneteweyî de bigire û ji aliyê navneteweyî ve bê naskirin û ev tişt anî ziman :

“Rêveberiya Xweser di hemû aliyên siyasî, xizmetgûzarî, civakî û leşkerî de gelek destkeftî bi dest xist.

Gelek hêzên hundirîn û derve dijminahiya Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê dikin di demên dawî de hêzên hundirîn û derve li dijî me bûn yek û xwestin aramiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.”

El-Faris wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Heke hêzên destwerdanê li Sûriyê dikin, welatên Ereban û welatên biyanî dixwazin ku aştiya navxweyî û hevgirtina civakî û jiyana aştiyane biparêzin, divê Rêveberiya Xweser nas bikin.

Back to top button