QSD’ê ragihand ku di şerê li navçeya Eyn Îsayê de, 10 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku:
Di 3 rojên dawîn de, bi taybet li xeta Eyn Îsayê, gelek gundên li derdora rêya M4 hatin topbarankirin û tevgera balafirên şer û yên keşfê heye.
QSD‘ê got:
“Di berbanga 21ê Cotmehê de komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bi awayekî veşartî derbasî navçeya Eyn Îsayê bibe.
Li ser wê yekê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Eyn Îsayê bersiv da û li derdorê gundê Seyda şer qewimî.
Di encamê de, 10 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn.”