Koordînasyona Meclisa Yekîtiya Ragihandina Jin der barê êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî hersê xebatkarên jin ên kanala Efxanistanê tekez kir “Ew ê her deverê bişopînin û sûcên li dijî jinan pêk tên, ji raya giştî re eşkere bikin.”
Koordînasyona YRJ’ê bi daxuyaniyekê ev sûc şermezar kir û tekez kir “Divê hemû rojnamevan li hemberî vê buyerê bê-deng nemînin.”
YRJ’ê, piştrast kir “Ev bûyer careke din xeteriya DAIŞ li ser cîhanê, bi taybet li ser jinan nîşan dide” û bi bîr xist “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê jî rojnamevanên ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kêlî bi kêlî şopandin û rêya rojnamegeriyê ronî kirine, hene.”
YRJ’ê, banga lêpirsîna dewletên ku DAIŞ’ê xwedî dikin kir û tekez kir “Divê aliyên elaqeder jî bi erkê xwe rabin.”
2’ê Adarê li Rojhilatê Efxanistanê 3 xebatkarên ragihandinê bi rengekî hovane hatin kuştin û çeteyên DAIŞ’ê ev sûc li xwe girt.



