Dagirkeran li navçeyên Cindirêsê û Mabata 13 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. Dagirkeran ji navçeya Cindirêsê û Mabata 13 sivîl ku ji wan du jin revandin.

Malpera Afrinpost ragihand ku duh çeteyan bi ser gundê Kefer Sefrê yê cindirêsê de girt û 7 welatî ji wan du jin revandin.

Li gorî Malperê, Navên kesên hatine revandin wiha ne, Şiyar Xilo, Egîd Mistefa Xilo, Murad Xilo, Murad Xelîl Murad, Elmaz Hec Ebdo, Hesen Eyûb û Keça wî Emîne Eyûb.

Malperê da zanîn ku çeteyan ji gundê Kora yê Cindirêsê jî 5 welatî revandin.

Li naveda Cindirêsê jî çeteyan bi ser malên kurdan de girtin û gelek welatî revandin.

Malperê daznîn, ji bo standina pereyan û bi tewanên ne rast,çeteyan ew welatiyan revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrîn a Sûrî jî ragihand ku çeteyan welatiyê bi navê Ednan Hemze Mensur yê ji gundê Şorbe yê Mabata revand.

Back to top button