Çekdarên Talîban 20 leşkerên Artêşa Efxanî gulebaran kirin û kuştin.
Malperên civakî dîmenek bi parve kirine, tê de diyar dibe çekdarên Talîban 20 leşkerên Efxanî ku çek di destê wan de nîne û ji avahiyekî derdikevin, gulebaran dikin.
Toreya CNN a Amerîka têkildarî vî dîmenî ragihand wan rastiya dîmen piştras kiriye ku li bajarokê Dolt Abad ya herêma Faryab a nêzî sînorê Efxanistan û Tirkumanistanê pêk hatiye.
Di dîmen de çekdarên Talîban ji komek leşkerên Efxanî yên ji avahiyekê derdikevin daxwaza teslîmbûnê dikin û pê re jî wan gulebaran dikin.
Tevgera Talîban îda dike ku çekdarên wê heta niha ji sedî 85 xaka Efxanistanê kontrola kiriye.
Herî dawî jî kontrolkirina bajarê Malsitanyan ya wîlayeta Xeznî ragihandibû.