Li Ranyayê êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê hat şermezarkirin

Li navçeya Ranyayê bi tevlîbûna gelek çalakvan û welatiyên bajêr çalakiyek li dijî êrişa li ser balefirgeha Silêmaniyê hat lidarxistin.

Li ser navê çalakvanan daxuyaniyek ji aliyê Star Resûl ve hat dayîn.

Destpêka daxuyaniyê êriş û destdirêjiyên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê hat şermezar kirin û wiha hat gotin:

“Bombebarana balefirgeha navdewletî ya Silêmaniyê, binpêkirina yasayên herêmî û navdewletî ne.”

Di dewamê de bang li civaka navdewletî hat kirin ku li dijî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û cezayên pêwîst bidin dewleta Tirk.

Dawiya daxuyaniyê jî daxwaz ji saziyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hat kirin ku rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê biparêzin.

Back to top button