Qibrisê Tirkiye hişyar kir ku ew ê serî li dadgeha navdewletî bide

Ji bo nîgarkirina sînorên deryayî, Qibrisê banga destpêkirina danûstandinan li Tirkiyê kir, eger na, ew ê berî bide dadgeha dadmendiyê ya navdewletî.

Wezareta Parastinê ya Qibrisê ragihand, li dijî banga Konseya Ewlekariyê, Erdogan bi niyaz e bajarokê Varûşa yê Qibrisê veke.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Farûq Kaymakçî jî da xuyakirin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li rojhilatê Deryaya Spî, welatê wî dixwaze hemahengiyê bi YE re bike.

Kaymakcî, duh di forûmekê li Stenbolê de diyar kir, ku Tirkiye beşekî Ewropayê ye û hêvî kir ku dewletên YE, tevlîbûna Tirkiye bo yekîtiyê bipejirînin.

Back to top button