Konseya yekîtiya Ewropayê: Em piştevaniya Tirkiyê ji bo ‘herêma ewle’ nakin

Konseya Ewropa ya girêdayî Yekîtiya Ewropayê piştevaniya Tirkiyê ji bo avakirina “herêma ewle” li bakur û rojhilatê sûrî red dike.

Komîteyên Dad, Karên Derve û Geşedanê yên girêdayî Parlamentoya Ewropayê bi armanca gotubêjkirina rewşa penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê civiya.

Di civînê de bi navê Konseya Yekîtiya Ewropayê Maciej Popawskî destnîşan kir ku, Tirkiye bi êrîşên xwe dixwaze herêma ewle ava bike.

Popawskî diyar kir ku Yekîtiya Ewropa êrîşên Tirkiyê şermezar kiriye û ne pêkan e alîkariya darayî ji bo vê planê bike û divê vegera penaberan li ser dilxwaziya wan be.

Hat destnîşankirin, Tirkiye karta penaberan hember Yekîtiya Ewropayê bikar tîne û alîkariyên ji bo penaberan tên şandin, bi vê armancê nayên bikaranîn.

Her wiha Konseya Ewropa hişyarî jî ji bo guhertina demografiya wê herêma bakur û rojhilatê sûrî dayê, ku dê encamên xerab jê derkevin.

Beriya niha Erdogan ragihandibû, dema ew herêma ewle ava bikin, pêwîst e Yekîtiya Ewropa alîkariya wan a darayî, li wê deverê bike.

Leave a Reply

Back to top button