Xaça Sor a Sûrî rê neda Neteweyên Yekbûyî kempekê ji bo koçberên Serê Kanîyê û Girê Sipî li Heseke veke.
Cavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov Ragihand ku Xaça Sor a Sûrî ya rijêma Sûrî, rê nedaye Neteweyên Yekbûyî Kempeke nû ji bo koçberên Girê Sipî û Serê Kanîyê li parêzgeha Hesekê veke.
Li gor Çavdêriyê, ew devera ku biryar hatibû dayîn kamp lê hatiba vekirin, di bin kontrola rêjîma sûrî de ye û rêjîm astengiyan li pêş duristkirina kempê çê dike.
Tê zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hejmara sivîlên ku koçer bûne zêdetirî 300 hezarî ye.
Her wiha nêzî 40 malba ji wan li kampa Waşokanî ya di navbera Hesekê û Til Temirê hatine bicîhkirin û heta niha ti rêxistinekê mirovê alîkarî pêkêşî wan nekirine.