Mezlûm Ebdî: Xebatên hevbeş ên QSD û Koalîsyênê dewam e

Fermandarê Giştî yê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand ku QSD’ê wê bernameya xebatên xwe yên hevbeş bi Koalîsyonê re careke din dewam dike.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê wiha got:

“Di encamên rêzecivînên me li gel fermandarên Koalîsyona Navdewletî de QSD’ê wê bernameya xebatên xwe yên hevbeş bi Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê li gorî pêvajoyê û rûdanên li ser erdê careke din bidomîne.

Her wiha binsaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî biparêze.”

Leave a Reply

Back to top button