Ajansa Enerjiya Nukleerî ya Navnetewî serdana Zaporijya dike

Di şerê li Ukrayna de, xeteriya çekên nukleerî welat Ewropa xistibû nava metirsiyê.
Li ser vê yekê demek dirêje, daxwaz ji Rûsya dihat kirin ku tîmên Ajansa Enerjiya Nukleerî ya Naventewî serdana santrala nukleerî ya Zaporijya bikin.
Ekîb wê li santralê lêkolînên xwe yên ku demeke dirêj li bendê bûn pêk bînin.

Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Mariano Grossi û ekîba lêkolînê ya pê re ji bo santrala nukleerî ya Zaporijya li Ukraynayê derketin rê.

Grossî li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got,

“Mîsyona Piştgirî û Alîkariyê ya IAEAyê ya ji bo Zaporozhyeyê di rê da ye.

Divê em ewlehiya santirala nukleerê ya herî mezin a Ukraynayê û Ewropayê biparêzin.”

Grossi destnîşan kir ku ekîba ajansê wê vê hefteyê li santrala nukleerî ya Zaporozhye be.

Grossi wêneyekî xwe 13 hevalên xwe yên tîmê jî parve kir ku tê texmînkirin li balafirgeha Viyanayê hatiye kişandin.

Li herêma santralê di nava demên dawiyê de, şerê rûdida dibû sedema metirsî zêde bibin.

Ji ber vê yekê ajansê daxwaza lêkolînkirina li santralê dikir.

Tîma ajansê wê lêkolîn bike ka santrala nukleerî ji ber bombebaranên li herêmê zirar dîtiye û şert û mercên xebatê yên personelên Ukraynayê yên li vê tesîsê lêkolîn bike.

Ne hate ragihandin ku ekîba ajansê wê kîjan rojê bikeve santrala nukleerî ya Zaporojiya.

Wezareta Enerjiyê ya Ukraynayê got,

Ew “ji ber sedemên ewlehiyê” nikarin li ser vê yekê şîrove bikin.

Santrala nukleerî ya Zaporozhye ya li nêzî bajarê Enerhodar ê Ukraynayê ye.

Santral meha Adarê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatibû kontrolkirin.

Lêbelê, santrala hê jî ji hêla Ukrayniyan ve tê xebitandin.

Aliyan hevdu bi bombebarana li herêmê sûcdar dikin.

Ukrayna, Rûsyayê bi wê yekê tawanbar dike ku santralê ji bo lêdana bajarên piçûk ên herêmê yên wekî Nikopol û Marhanez bikar tîne.

Li aliyê din Rûsya îdia dike ku Ukraynayê bi balafirên bêpîlot, topên giran û roketavêjan li santralê xistiye.

NY jî ji ber armanckirina santralê fikarên xwe tîne ziman û banga vekişandina personel û alavên leşkerî yên Rûsyayê ji santiralê dike.

Back to top button