Trump û Biden gotin û rexneyên tûj li hevkirin

Bi nêzîkbûna hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, têkoşîna di navbera Donald Trump û Joe Biden ku her du jî namzet in, gur dibe. Trump û Biden ku di weşana zindî de hatin pêşberî hev, li hev heqaret kirin û xeberên nebaş ji hev re gotin û rexneyên tûj li hev kirin.

Di 3’yê Mijdarê de wê li Emerîkayê hilbijartinên serokatiyê bên kirin. Beriya hilbijartinan têkoşîna di navbera namzetan de jî gur buye.

Serokê Emerîkayê Donald Trump ku dîsa namzetê komargeran e û namzetê partiya demokrat Joe Biden di weşana zindî de hatin pêşberî hev û li ser gelek mijaran nîqaş kirin. Namzetan di nîqaşan de gotinên hev qutkirin û hekaret û rexneyên tûj li hev kirin.

Trump timî gotinên Joe Biden birî û û hewl da bê bandor bike. Biden jî bi gotinên mîna nijadperest, qeşmer, serokê herî xirab yê dîroka Emerîkayê, kuçikê Pûtîn û devê xwe bigire, bersiva Trump da.

Têkildarî nûçeya New York Times ku îdia kiribû Trump heta niha tenê 750 dolar bac razandiye Trump îdia kir ku wî bi mîlyonan dolar bac daye.

Di nîqaşa li ser mijara sîgorteya tenduristiyê Biden diyar kir, her tiştê ku Trump dibêje derew e.

Têkildarî mijara vîrûsa koronayê jî Biden da zanîn ku 200 hezar kes miriye û her roj 40 kes nexweş dikevin û got, “Ti plana serok tune ye û tiştek jî pêşkêş nekir.”

Her wiha Trump nerazîbûn nîşanî gotin Biden a ku got, li hember vîrûsê pêwîste nêzîkatiyeke aqilane bê nîşan dan û got, “Ji bo min gotina bi aqil bi kar neyne, tu bê aqil e Joe.”

Trump îdia kir ku wê derziya vîrûsê di demek kurt de bê dîtin û got, “Ger me li we guhdarî bikira hejmara miriyan ne 200 hezar wê 2 derketiba mîlyon.” Her wiha Trump ji ber vîrûsê Çîn tawanbar kir.

Trump û Biden wê di 15 û 22’yê Cotmehê dîsa bên pêşberî hev.

Back to top button