Koçberên Efrînê bi kêmbûna avê û dorpêça hikumeta Şamê ve zehmetiyê dijîn

Hevserokê Komîteya Avê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Seydo Seydo diyar kir ku rêjeya ava vexwarinê kêm dibe.

Li kantona Şehbayê 18 bîrên avê hene

Ev ji tevahî gundên Şehbayê re, ji Til Rifetê heta Fafînê tê belavkirin.

Bi erdheja 6’ê Sibatê ve 900 stêrên ava vexwarinê ji van bîran derdiketin daketiye 700 stêrê.

Li kêleka bîrên avê, li navçeya Şêrawayê 16 torên dayîna avê hene.

Lê dorpêça hikumeta Şamê û qedexeya derbasbûna sotemeniyê ji heremê re bandor li wê jî kiriye.

Têkîldarî vê yekê hevserokê Komîteya Avê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Seydo Seydo diyar kir ku ji ber kêmbûna avê 5 bîr sekînîne.

Seydo bang li rêxistinên navneteweyî jî kir ku dorpêça li ser Şehbayê bi dawî bikin û bihêlin sotemenî derbasî kantonê be.

Bi pirbûna jêderên avê xelkê Hesekê bi nexweşiyan re rûbirû dimînin

Back to top button