Marotto: Em ê ji bo misogeriya têkçûna DAIŞ’ê xebatê bidomînin

Berdevkê Hêzên Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto destnîşan kir ku tenê bi têkoşîna leşkerî DAIŞ’ê bi dawî nabe.

Wayne Marotto ji bo têkbirina DAIŞ’ê îşart bi girîngiya hebûna hevkariya siyasî û ewlehî kir.

Marotto bal kişand li ser xeteriya hebûna girtiyên DAIŞ’ê û pêwîstî bi hevkariya navneteweyî ji bo çareserkirina dosyaya girtiyan dît.

Marotto her wiha ji dewletan xwest ku welatiyên xwe yên li Kampa Holê wergirin û tevlî civakê bikin da ku îdyoljiyan wan were guhertin.

Berdevkê Hêzên Koalisyona Navneteweyî da zanîn ku Koalisyon bi hevalbendên xwe re li Iraq û Sûriyê dê ji bo misogeriya têkçûna DAIŞê, xebatê xwe bimeşînin.

Emîne Osê: DAIŞ’î li herêmên dagirkirî xwe bi rêxistin dikin

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê jî derbarê heman mijarê de ji Ronahî TV re axivî.

Emîne anî ziman ku her çiqasî DAIŞ di aliyê erdîngariyê de têk çûbe lê heta niha di aliyê zihnî de têk neçûye.

Emîne diyar kir ku DAIŞ’iyên beriya du salan têk çûn, niha bi cil û navên cuda li Serê Kanî û Girê Spî têkbirina ewlehiya herêmê armanc dikin.

Emîne ji ber metirsiya Kampa Holê û zarokên DAIŞ’ê jî dilgiraniya xwe anî ziman.

Back to top button