Rejîmê gundewarê Idlibê bombebaran kir zarokekî jiyana xwe ji dest da, 6 sivîl birîndar bûn

Di bombebarana rejîma Sûrî ya Idlibê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 6 sivîl birîndar bûn.
Rûsya jî ragihandin ku rizgarkirina parêzgeha Idlibê, misogeriya ewlehiya leşkerên Rûsyayê û rejîmê ye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku rejîma Sûrî bi bermîlên teqemeniyê bajarokê Me’er Şorîn yê li gundewarê bajarê Me’eret Nu’man ê bi ser Idlibê bombebaran kir.

Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û ji heman malbatê 6 sivîl birîndar bûn.

Çavdêriyê diyar kir ku li gundewarê Idlibê piştî rawestandina firîna balafiran a bi 3 rojan ev êrîş pêk hatiye.

Li Idlibê şerê rejîmê yê li dijî çeteyan
Rûsya: Rizgarkirina Idlibê, misogeriya ewlehiya me û Sûriyê ye

Ji aliyê din ve berdevkê serokatiya Rûsyayê Demîtirî Bîskov ragihand ku ”Rûsya hîna jî ji ber hebûna terorîstan li Idilbê dilgiran e”.

Bîskov tekez kir ku rizgarkirina parêzgeha Idlibê ji çeteyan wê ewlekariya leşkerên rejîm û Rûsyayê misoger bike.

Her wiha destnîşan kir ku Tirkiye ji derxistina terorîstan a ji Idlibê berpirsyar e, lewre wê Rûsya û dewleta Tirk a dagirker di vî milî de hevkar bin.

Leave a Reply

Back to top button