Parlamenterê CHP’e yê Stenbolê di raporeke xwe ya binpêkirina mafan a 2020’an de, ragihand ku êşkence li hezar û 855 girtiyan hatiye kirin.
Parlamenterê CHP’e yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu Rapora Binpêkirina Mafan a 2020’an aşkere kir û got:
“300 jin hatin kuştin, 2 hezar û 427 karker bûn qurbana tawanên kar, bi giştî di salekê de 3 hezar û 362 kes hatin kuştin.”
38 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest da û êşkence li hezar 855 girtiyan hat kirin, ji wan 15 zarok û bi giştî 3 hezar û 534 êşkence dîtine ”
Her wiha 38 çalakî hatin qedexekirin, hêzên ewlehiyê destwerdan li 753 çalakiyan kir û 2 hezar û 123 kes binçav kirin û 44 kes ji wan girtin.
Her wekî, 294 kes ji ber li dijî zagona civîn û xwepêşandanan derketin, doz li wan hatin vekirin.