Tara Hisên: Êrişa li ser wargehê cihê şermê ye

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên li dijî dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê helwesta xwe nîşan da ..
Tara Hisên diyar kir ku têlkirin û dorpêçkirina Wargehê planek sê alî ye..
Ji aliyê Tirkiye, PDK û Hikumeta Iraqê ve ye ..
Her kes û aliyê ku li beramberî vê hewildana qirêj bêdeng bimîne, wê di rûyê dirokî de şermezar bibe.

Ji 20’ê mehê Hikumeta Iraqê bi hêzek mezin ve hewil dide derdora Wargeha Mexmûr dorpêç bike.

Heta niha tu aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê têkildarî mijarê helwesta xwe nîşan nedane..

Di derbarê bê hewla artêşa Iraqê ya li ser Wargehê de Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Husên axivî.

Tara Husên diyar kir ku ev êrîşa ku tê kirin cihê şermezariyê ye.

“Ev 4 salin PDK’ê kiryarên xwe li ser xelkê Mexmûrê dike”

Tara Husên têkildarî helwest û dorpêça PDK’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê ev yek got:

“PDK di 4 salên dawiyê de kiryar û pêkanînên giran li ser xelkê Mexmûrê dike.

Diviyabû li şûna hewlên dorpêçkirin, PDK’ê û Hikumeta Navendî alîkarî pêşkeşî xelkê Mexmûrê bikira.”

“Pilana li ser wargehê 3 alî ye”

Tara da zanîn ku em bawer dikin ku ev plana li ser Wargeha Mexmûrê weke plana sê alî ye..

Ev jî dewama plana li ser Şengalê ye.

Metirsiya vê planê ne tenê li ser Mexmûrê heye, li ser Şengalê jî heye.

“Lazime saziyên mirovî bi erka xwe rabin”

Tara Husên bang li gelê çarbeşên Kurdistanê kir ku xwedî li berxwedan û têkoşîna xelkê Wargeha Mexmûrê derbikevin.

Di heman demê de bang li saziyên mirovî kir ku di gihandina peyama xelkê Wargeha Mexmûrê de rola xwe bileyîzin

Berxwedana Mexmûrê Iraq anî li ser maseya hevdîtinê

Back to top button