Ebdî: Berpirsê komkujiya gundê Qirinfilê Emerîka û Rûsya ne

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî hedefgirtina dewleta tirk ya şêniyên gundê Qirinfîl yê Girê Spî bertek nîşan da û got:

Emerîka û Rûsiya ji komkujiyê berpirsyare.

Dewleta tirk dagirker doh bi balefirên bê mirov malbateke ji gundê Qirinfîl yê Girê Spî hedef girt.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê jî ragihand ku wan bi balefirên bê mirov 7 terorîst kuştine.

Fermandarê QSD’ê jî bi peyameke li ser hesabê xwe yê Tiwêtterê bertek nîşa garantorên agirbestê da û wiha got:

Dewleta tirk a ku îdia dike wan bi balefirên bêmirov li gundeke derdora Kobanê 7 terorîst kuştine lê di rastiya xwe de komkujî li ser malbatekê pêk aniye.

Aliyên garantor Rûsya û Amerîka ji parastina zarokên li hemberî komkujiyên Tirkiyê berpirsyar e.

Em banga vekirina lêpirsîneke eşkere ji bo rawestandina qirkirinan û hesabxwestinê ji berpirsên komkujiyan dikin.

Leave a Reply

Back to top button