Li Ranya hewlidanên dorpêçkirina Mexmûrê hatin şermezarkirin

Li Ranya Grûba Koşan bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji bo berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê nîşan dan.

Çalakî li Parka Giştî ya navçeya Ranya, lidar ket.

Di çalakiyê de daxuyaniya nivîskî hat xwendin û tê de ev yek hat gotin:

“Ev çend rojin asteng û êrişên li ser Wargeha Mexmûrê dijwartir bûne.

Gûman tê kirin ku li pişt vê planê dagirkirina nîviya xaka Başûrê Kurdistanê be.

Her wiha hewlek be ji bo hîn zêdetir bê rolkirina stûtaya Başûrê Kurdistanê be.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:

Metirsiya heyî bi dorpêçkirin an jî belavkirina Wargeha Mexmûrê bidawî nabe.

Em van hewildanên Iraqê weke jenosîdekê herêmî dibînin.

Em bang li aliyên peywendîdar yên Iraqê dikin dev vê plana şovenîst berdin.”

“Divê hikûmeta Iraqê neyê lîstika Tirkiyê û dawî dorpêçê bîne”

Back to top button