Çînê bang li NY kir ku li hembe Taywanê bêdeng nemîne

Dijberiya Çînê ya bi serxwebûna Taywanê re di civîna Neteweyên Yekbûyî de jî kete rojevê.
Çînê bang li NY kir ku pêşî li serxwebûna Taywanê bigire.
Cîgirê Serokê Çînê Han Zheng di Civata Giştî ya NY de, diyar kir ku Taywan parçeyek ji Çînê ye.

Çînê bang li NY kir ku îradeya xwe ya xurt a li hemberî Taywanê biçûk nebîne.

Her wiha destnîşan kir ku hilbijartina Pekîn ji bo yekbûna bi Taywanê re rêyên aştiyane ye.

Cîgirê Serokê Çînê Han Zheng di Civata Giştî ya NY de, diyar kir ku Taywan parçeyek ji Çînê ye.

Han Zheng axaftina xwe wiha domand:

“Çîn dixwaze yekbûna xwe çêbike, ji ber ku ev daxwaza tevahî neteweya Çînê ye.

Em ê ji bo yekbûna aştiyane bi dilpakiya herî mezin û hewldana herî baş xebatên xwe bidomînin.”

Piraniya welatan Taipei yê beşeke ji Pekînê nas dikin, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne di vê fikrê de ye.

Amerîka ya serxwebûna Taywanê nasnake, bifikare di rewşek serxwebûnê de, wê grav rastî êrişa Çînê were.

Lewma jî Amerîka gelek alîkariyên leşkerî dide Taywanê.

Back to top button