Piştî gireva birçîbûnê dimenê yekem ê Navalny derket

Mixalîfê Rûsya Alexei Navalny di nava dîwarên zindan û dadgehê de maye.
Navalny piştî greva birçîbûnê cara yekem bi rêya vîdeo tevlî doza rûniştina xwe bû.
Dimenê Navalny rewşa wiya ji mijara dadgehê zêdetir xist rojevê.

Alexei Navalny yê li dijî bêedaletiya li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirî rewşa xwe ya tenduristiyê giran bû.

Piştî Nevalny greva xwe bidawî kir, cara yekê bi rêya vîdeo beşdarî daneşîna xwe bû.

Di dîmenê Navalny de hat dîtin ku rewşa tenduristiya wî xerab bûye.

Vê yekê jî di nava çepemeniyê de bû yek ji rojeva sereke.

Navalny li dijî neheqî û bêedaletiya li girtîgehê di 31 adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Piştî tenduristiya wê giha rewşa metirsîdar li ser pêşniyara bizîşkan Nevalny 23’ê Nîsanê çalakiya xwe bi dawî kiribû.

Alexei Navalny yê weke rikberê herî bihêz yê Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin tê dîtin, piştî vegeriya welat 17’ê Çile li balefirxaneya Moskowa hatibû binçavkirin.

Ji wê rojê ve, Nevalny li ser rêya dadgehê ye.

Back to top button