Hêzên Azerbeycanê derbasî Kelbecerê bûn

Yekem car artêşa Azerbeycanê piştî 30 salan, careke din li herêma Kelbecer ya Qerebaxê vegeriyan.

Vegere artêşa Azerbeycanê li gorî peymana 10’ê Mijdarî ku navbera wan, Ermenîstan û Rûsyayê de pêk hat.

Konvoya maşîneyên leşkerî yên Azerbeycanê li nêzî Goyol re derbas bûn û berê xwe dan Kelbecerê.

Piştî vekişîna Ermeniyan ji herêmê, herêm radestî Azerbeycanê hatibû kirin.

Hêzên Ermenî deverên ku ji salên 1990’an ve li herêmên Qerebaxê bidest xistî careke din winda kir.

Li aliyekî din Senatoya Fransayê jî pêşniyara ji bo herêma “Qerebaxê serxwebûn” erê kir.

Lê Azerbeycan û Tirkiye bi ti awayî serxwebûna herêma Qerebaxê napejirînin.

Back to top button