Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Jenerator wê bi şev 2 saetan bixebitin

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê a li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gel nikarin pêywîstiyên xwe yên jiyanî bi hêsanî peyda bikin.
Yek ji wan jî kêmbûna mazotê ye.
Şaredariya Gel a herdu taxan ragihand ku mazota ji bo erebeyan wê ji bo xebitandina jenartoran bi kar bîne.

Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 6’ê Kanûnê de ragihand ku ji ber ambargoya li ser taxan a ji aliyê hikumeta Şamê ve mazotê kêm bûye.

Her wiha diyar kir ku wê jenartor bi şevê neyên xebitandin.

Beriya çend saetan şaredariyê bi biryarekê ragihand ku wê jenartorên li her du taxan ku hejmara wan 49 jenartor in, ji îro ve bi şevê du saetan werin xebitandin.

Şaredariyê destnîşan kir ku buhayê amperan wekî xwe dimîne ew jî hefteyê 3 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Li gorî rêveberên Şaredariya Gel, Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê miqdareke mazot da Komîteya Jenartoran da ku jenartor bi şevê du saetan werin xebitandin.

Welatiyên li Şehba bo hikumeta Şamê: Dorpêça we zarokên me dikuje

Back to top button