Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê bang li gel kir ku beşdarî çalakiyên “10’ê Kanûnê Roja Pirtûkan a Ocalan” a ku bi armanca gihandina ramanên Rêber Apo ji girseyê re tê lidarxistin, bibin.
Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hat ragihandin ku fikrên Rêber Apo li hemû cîhanê bûye rojev û wiha hat gotin:
“Rêber Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ya azadiya jinê bandor li cîhanê kiriye û di serdema me de wekî ramanwerê ku paradîgmaya herî peşketî bi pêş xistiye, bala gelên cîhanê dikişîne.”
KCDK-E’yê destnîşan kir ku Rêber Apo fîlozofekî serdema me ye ku ji hemû xitimandinên modernîteya kapîtalîst re çareserî pêşkêşî dike.
KCDK-E’yê bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyên roja pirtûkê yên ku li Ewropa, Amerîkaya Latîn, DYE û Rojhilata Navîn bên lidarxistin bibin.
Her wiha ragihand ku di 10’ê Kanûnê saet 14:00’an de li ser medyaya dîjîtal kampanyayeke hashtagê ya cîhanî wê were lidarxistin.