Biden: Biryara derbarê girtina Putin de mafdar e

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî biryara girtina Serokê Rûsya Putin da.Moskow li dijî biryarê bertek nîşan da û got: Dadgeh pêleyîstokeke di destê welatên Rojvayî de ye. Serokê Amerîka Biden jî biryara girtina Putin bi mafdarî binav kir.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden diyar kir ku biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ji bo Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin rewa ye.

Biden daxuyakirin ku Putin bi eşkereyî “sûcên şer” kiriye û destnîşan kir ku her çend qanûnên ICC ji aliyê gelek welatan ve nehatibe naskirin jî biryara ku hatiye girtin “nîşaneke gelekî xurt” e.

Dîrektorê Ragihandinê yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby di televizyona CNN’ê de li ser mijarê nirxandin kir.

Li ser pirsa “Eger Vladimir Putin were Amerîkayê wê li gorî biryara Dadgeha Cezayê Giran a Amerîkayê bê girtin an na” Kirby got,

Egeriya hatina Putin ya bo Amerîkayê hertim heye.

Doh ICC ya li Den Haag a Hollandayê ye, bi hinceta sûcên şer ên ku wî li Ukraynayê kiriye ji bo Serokê Rûsyayê Putin, biryara girtinê derxist.

Ji ber kiryarên artêşa Rûsya li ser xaka Ukrayna Putin berpirsyar tê nîşandan.

Rûsya: ICC pêleyîstokek di destê Rojavayî yan de ye

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê li NY Vassily Nebenzia diyar kir ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) wek pêleyîstokek di destê Rojavayîyan de binav kir.

Nebenzia teqezî li ser wê yekê kir ku ew biryarên dadgehê nas nakin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî got, Biryar ji aliyê hiquqî ve li welatê me ti wateya wan nîne.

Biryarên ku ji aliyê ICC ve hatine girtin ji aliyê Rûsya û DYA û Çînê ve jî nayên naskirin.

Rûsya ne alîgirê Peymana Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ye û li gorî vê yekê ti berpirsiyariyên xwe tine.

Li gorî parêzeran, welatên mijara gotinê biryarên Dadgehê nas nakin û armanca wan ew e ku efserên siyasî û leşkerên xwe ji berpirsiyariya qanûnî biparêzin.

Di Konferansa NY ya 1998’an li paytexta Îtalya Romayê hat lidarxistin de, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî hate avakirin.

Heta niha ev biryar ji aliyê zêdetirî 120 welatan ve hatiye qebûlkirin.

Back to top button