3 Efrînî li navçeya Raco û Bilbilê hatin revandin

Efrîn piştî ku hate dagirkirin, bûye cihê revandin, binpêkirin û pêkanîna hemû kiryarên li dijî pîvanên mirovî û exlaqî. 3 welatiyên din li navçeya Raco û Bilbilê hatin revandin.

Beriya du rojan çeteyên bi navê Ewlehiya Siyasî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser malên li gundê Şingêla Bilbilê û gundê Meydan Ekbes ê Racoyê de girtin.

Li vir, welatiyên bi navê Xelîl E’tiş û Şaban E’tiş ji Şingêla û Ehmed Sîno ji Meydan Ekbesê hatin revandin.

Hate diyarkirin ku ev her sê welatî bi buhaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin hatine revadin û heya vê kêliyê agahî li ser wan tune..

Guhertina demografiya Efrînê dewam dike

Li aliyê din jî bi armanca guhrtina demgrafiya herêmê dewleta Tirk û çeteyên wê projeyên xwe didomînin.

Şîrketeke avahîsaz a Tirkiyê beşek zeviyê çandiniyê yên xelkê gundê Terendê bi armanca berfirehkirina rêya di navbera bajar û gund de qut kirin.

Hate ragihandin ku ev kiryar bêyî qebûlkirina welatiyan hatiye kirin.

Back to top button