Li Qamişlo, Şehba û Helebê bang zelalkirina êrişa li Parisê hat kirin

Hêrsa gel li dijî êrişa li ser Navenda Çand û Hunera Kurd a li Parîsê zêde dibe.Îro li Qamişlo, Şehba û Helebê bi çalakiyan komkujiya 2’an a li Parîsê hate şermezarkirin û banga zelekirina buyerê hate kirin.

Komkujiya li Parîsê a 2’an li herêmê bi çalakiyan tê şermezar kirin û banga darezandina sûcdaran hat kirin.

  • Qamişlo

Li bajarê Qamişlo şêniyan li dijî komkujiyê konê çalakiyê vedan.

Di çalakiyê de kesên ku axivîn komkujî şermezar kirin.

Her wiha bang li hikûmeta Fransayê hate kirin ku der barê buyerê de lêpirsînê bike û ji raya giştî re eşkere bike.

  • Şehba

Kongra Star a Şehbayê jî bi heman armancê meşek li dar xist.

Meş li ser riya navçeya Ehdas destpêkir û li parka navçeyê veguherî Mîtîngê

Li vir daxuyanî hat dayîn û axiftin hatin kirin..

Hate piştrastkirin ku wê gelê kurd berxwedan û tekoşîna xwe mezin bike û tola komkujiya li Parîsê hilîne.

  • Heleb

Konga Star a bajarê Helebê jî bi xwepêşandanekê komkujiya li Parîsê şermezar kir.

Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li ser mijarê daxuyanî dan.

Rêxistina Sara ya Tekoşîna li dijî Tunda li ser Jinê û Yekîtiya Jinên Êzîdî bi daxuyaniyên cuda êrişa li Parîsê şeremzar kirin.

Ayşe Hiso: Hêzên desthilatdar dixwazin jina azad bêdeng bikin

Di Çalakiyê de, Endama Nivîsgeha Têkiliyên PYD`ê şaxa Helebê Ayşe Hiso axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiya Parîsê re xwest û got: “Hêzên mêtinger û nîjandperest bi hemû awayî hewl didin jiyan kurd a azad bêdeng bikin

Jina kurd ti carî wê îrade û tekoşîna wê neyê şikandin û wê her di çavê wan de bimîne kelem.”

Back to top button