Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî qanûna malbatê semînerek da

Partiya Sûriya Pêşerojê bi koordîneya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser , têkildarî qanûna malbatê semînerek bi navê “Ber bi avakirina jiyaneke hevbeş, azad û civakeke hevgirtî ve” li dar xist.

Cîgira berdevka Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre El Ezîz di semînerê de behsa hin qanûna malbatê ya ji 14 madeyan pêk tê, kirin.

Paşê beşdaran, hin bendên qanûnê weka zewicandina zarokan, pirjinî, zewaca berdêl û a darê zorê madeya 39`an ku bi rêya wê mala jinan û komîn dikarin zewacê betal bikin, niqaş kirin.

Di dawiyê de, xala 13`an a zewicandina zarokan û têkoşîna li dijî vê ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin.

Back to top button