Emîne Osê: Operasyona ”Xurtkirina Ewlehiyê” pêşî li planên mezin girt

Cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê diyar kir ku Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ pêşî li planên mezin ên li dijî herêmê girt.

Cîgira Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê debarê Operasyona ”Xurtkirina Ewlehiyê” de nirxandin kir û got:

“Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ne ewqasî hêsan bû wek ku hinekan texmîn dikir Lê belê planeke mezin û aliyên ji derve hebûn ku hewl dan aramî û ewlehiya Dêrazorê têk bibin”.

Emîne Osê di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdên operasyonê re xwest.

”Dewleta Tirk û hin alî hewl didan fitnê di navbera pêkhateyan de derxin”

Emîne Osê da zanîn ku dewleta Tirk û hin alî bi îsrar hewl didan fîtne di navbera Kurd û Ereban de biafirînin.

Lê bi saya QSD’ê tevahî hewldan hatin têkbirin.

Emîna got:

”Hêzên me roleke erênî di peydakirina îstiqrarê li Dêrazorê pêk tînin”.

”Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî ne”

Emîne Osê bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê jî û wiha pêde çû: “Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî ne”.

Emîne Osê di dewama axaftina xwe de balkişand ser dewama êrîşênên li ser herêmê hemwextî operasyon Xurtkirina Ewlehiyê û wiha pêde çû: ”Çeteyên girêdayê Tirkiyeyê êriş li dijî Til Temir û Minbicê dan destpêkirin.

Armanca wan ew bû ku bala li ser operasyona ewlehiyê ya li Dêrazorê berbelav bikin.

Lê zanebûna gelê me ji her kesî re îsbat kir ku operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li Dêrazorê tevahî planên Tirkiye, hikumeta Şamê, û komên ku xizmetî ajnîdeyên van dewletan dikirin, pûç kirin”.

”Ji dema damezrandina rêveberiya xweser de hin alî şerê vê rêveberiyê dikin”

Emîne destnîşan kir ku ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser de hin alî bi hemû rêbazên leşkerî û balafirên bêmirov, bi rêya ambargoyê.

Afirandina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, şerê vê rêveberiyê dikin.

”Parastina destkefteyên şehîdan ji me tê xwestin”

Cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Hevgirtin, xebateke cidî û parastina destkeftiyên ku bi fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin, ji me tê xwestin”.

Back to top button