Pêketina 38 kes û mirina 2 kesan hat ragihandin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jimara pêketiyên Coronayê zêde dibe û herî dawî 38 rewşên nû li herêmê hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê D.Ciwan Mistefa diyar kir ku li gel van pêketiyan, 2 kes jî mirin û 21ên din jî baş bûn .

Li gorî van daneyên dawî, heta niha 6 hezar û 825 kes nexweş in, 187 mirine û hezar û 5 kes jî baş bûne.

Jixwe, îro biryara qedexeya derketina derve li Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê dest pê kiriye û wê 10 rojan dewam bike.

Nûçegihana me jî diyar kir ku şeniyên bajarê Qamişlo zêde li gorî biryarê tevnegeriyane û dikanên firotina kelûpelan yên di nava kolanan de, dikarin heta seat 2’an vekirî bin.

Back to top button