Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê operasyonên binçavkirin û girtinê li dijî rojnamevanên
Kurd zêdetir dibin. Di nava 11 mehên dawî de li Amed û Enqereyê 34 rojnamevanên Kurd hatin girtin. Yekitiya Ragihandina Azad YRA bi wesîleya Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin. YRA bang li saziyên têkildar kir ku erkên xwe yên têkildarî azadiya çapemeniyê bînin cih.
Li Tirkiyê bi nêzîbûna hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê re zext, êriş, binçavkirin û girtina li dijî rojnamevanên kurd jî zêde bûn.
Ev demek dirêj e Amed û Enqere bûne navenda birêvebirina operasyonên binçavkirin û girtina rojnamevanên kurd.
Tenê di nava 11 mehan de 34 rojnamevanên Kurd hatine girtin.
Yekîtiya Ragihandina Azad êrişên Tirkiyê dijî rojnamevanan şermezar kir
Bi boneya Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanî, Yekîtiya Ragihandina Azad ji bo şermezarkirina girtina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyaniyek da.
Yekîtiyê li pêşiya navenda NY`yê ya li taxa Siyahî ya Qamişlo bi beşdariya bi dehan rojanemvan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de zext û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan û azadiya çapameniyê hat şermezarkirin.
YRA di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Yekitiya Ragihandina Azad piştevanî bi hemû rojnamevan, çalakvan û hiqûqnasên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, nîşan da û bang li Neteweyên Yekbûyî û sazî û dezgehên têkildar ên cîhanê kir ku li gorî peyamanan tevbigerin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku rojnamevanên girtî serbest berde.



