3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê bi wesîleya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek dan û xwestin rojnamevanên girtî bêne berdan. Rêxistinên çapemeniyê yên navnetewî jî bi daxuyaniyekî ragihand ku paşveçûna li Tirkiyê li ser azadiya çapemeniyê ji ber êrişên li ser çapemeniya kurd e.

Îro 3’yê Gulanê ango Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye.

Bi vê boneyê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) daxuyaniyek dan.

Gelek rojnamevan û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Sorgul Aytek tev li daxuyaniyê bûn û girtina rojnamegeran hate protesto kirin.

“Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de paş dikeve”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de roj bi roj bêhtir paş dikeve û hat gotin ku dê li dijî êrişên îktîdarê têkoşîna xwe bidomînin.

“Li Tirkiyê rojnamevan bi gefan re rû bi rû ne”

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) jî ji ber 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li Galeriya Hunerê ya Aynali Geçît a navçeya Beyoglûyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Cîgirê Serokê rêxistinê Emre Kizilkaya di civînê de axivî, diyar kir ku li Tirkiyê rojnamevan bi bahoza gefên fizîkî, darazî û mewzûatê re rû bi rû ne.

Kizilkaya her wiha destnîşan kir ku di bin zirxê bêcezahiştinê de hêzeke polîsan a tundiya fîzîkî li hemberî rojnamevanan bi kar tîne heye û wiha got:

“Tirkiye ji salên borî zêdetir di warê azadiya çapemeniyê de bi paş ve çûye.

Sedema sereke ya vê rewşê jî zextên hikumetê yên li ser rojnamevanên kurd e.

Li Silopya gelek ciwan hatin girtin

Back to top button