3 ciwanên Sûrî li Tirkiyê di xwe de hatin şewitandin

Rewşa penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ji ber nijadperetiya li wir pir xerab e. Beriya demekê li bajarê Tirkiyê Îzmîrê 3 ciwanên Sûrî di encama êrişeke nijadperest de hatin kuştin. Tevî hemû hewildanên nixumandina vê kirinê, piştî 35 rojan asta hovîtiya vê êrişê derket holê. Dema hersê ciwan di xew de bûn, êrişkar benzîn bi ser wan de kirin û ew şewitandin.

16’ê Mijdara derbasbûyî li bajarê Tirkiyê Îzmîrê, 3 ciwanên Sûrî yên karker bûn armanca êrişekê.

Di encamê de Memûn El Nebhan ê 23 salî,

Ehmed Elî yê 21 salî

Û Muhamed El bîş ê 17 salî hatin kuştin.

Her çendî rêjîma Tirk hewl da bi ser bûyerê de bigre jî lê piştî 35 rojan rastiya vê êrişa hovane eşkere bû.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku hersê ciwan bi awayekê hovane hatine kuştin û ev agahî dan:

Li cihê kar, dema di xwe de bûn, kesek Tirk benzîn bi wan de kir û ew şewitandin.
Birayê Memûn El Nebhan jî li ser bûyerê ji Rojnameya Duvarê re axivî û awayê kuştina hersê ciwanan piştrast kir û got;

Destpêka êrişê me agahî neda ti kesî. Ji ber polîsan zext li me kir da ku em neaxivin. Çapemeniya Tirk jî behsa bûyerê nekir.

Kesê êrişkarê navî wî Kemal e.

Ji Platforma Mafê Penaberan Talha El Gazî طلحة الغازي jî wiha behsa bûyerê kir:

35 rojan rastî ji raya giştî hate veşartin.

Kesê êrişkar beriya bûyerê eşkere gotibû, ew ê ciwanên Sûrî bişewitîne. Lê li hemberî wî ti tişt nehat kirin.

Di vê navberê de Komeleya Mafê Mirovan-ÎHD û Komeleyan Mezluman jî ragihandin ku ew bûyerê li Îzmîrê ji nêz ve bişopînin.

Back to top button